NYT: Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney bi giranî birîndar e

The New York Timesê ragihand ku lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney di rojên destpêkê yên şer de bi giranî birîndar bû. Li gorî nûçeyê rewşa tenduristiyê ya Xamaney cidî jî be tevlî pêvajoyên biryardanê dibe.

Li gorî nûçeya The New York Timesê (NYT) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji rayedarên Îranî, lîderê olî yê nû yê welêt Mucteba Xamaney di saetên destpêkê yên şer de bi giranî birîndar bû. Di nûçeyê de hate ragihandin ku rûyê Xamaney şewitî ye û ji lingekî xwe û destê xwe emeliyat bûye.

ERKA BIRYARDANÊ YA MUXAFIZÊN ŞOREŞÊ YE

Çavkaniyên ku ji rojnameyê re axivîn gotin, Xamaney ji aliyê fikrî ve "çalak" e lê belê ji ber rewşa tenduristiyê erka biryardanê bi rengekî demkî radestî fermandarên Muxafizên Şoreşê kiriye.

LI CIHEKÎ VEŞARTÎ YE

Di nûçeyê de hate gotin, Mucteba Xamaney ku piştî kuştina Alî Xamaney wezîfe dewr wergirt, bi hinceta ewlekariyê li cihekî veşartî tê hiştin. Hate ragihandin ku Xamaney hevdîtinên yekser nake, bi rêya peyamên nivîskî û kûryeyan dide û distîne.

Her wiha hate ragihandin ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî di nav de tîmeke tenduristiyê ji nêz ve bi tedawiya Xamaney re eleqedar dibe.

Rayedarên Îranî mijar bi rengekî fermî piştrast nekirine.